Ekîbên Şaredariyê têjika qijikê danî hêlîna wê

Ekîbên peyzajê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dema ku li Kolana Elezîzê xebatên vekirina çalên daran dimeşandin, rastî têjikeke qijikê a ku ji darekê ketibû hatin, têjika nikaribû bifire saxtî kirin û danîn hêlîna wê.

Ekîbên Midûriyeta Park û Baxçeyan di çarçoveya xebatên peyzajê yên ku li Kolana Elezîzê kirin de têjika qijikekê ku ji hêlîna xwe ketibû, dîtin. Ekîban ewil têjika ku ji hêlîna xwe ketibû parastin, paşê jî ew birin danîn nav hêlîna wê.

Ekîbên ku di çarçoveya îmkanan de nekarîn xwe bigihînin hêlînê, li herêma ku xebatên peyzajê dihatin kirin, wesayîteke teleskopî ya bi selikê ku bilindahiya wê bigihîje 24 metreyan xwestin.

Piştî ku wesayit hat qada ku xebat lê dihat kirin, têjika qijikê ku di bin parastinê de hatibû girtin dîsa berdan hêlîna xwe.

 

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30