Hevserok Hatûn: Em ê pirsgirêkên av, rê û binesaziya gundan çareser bikin

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn ku li navçeya Bismilê bi muxtarên taxan re rûnişt, diyar kir ku ew ê pirsgirêkên binesaziya gundan çareser bikin û got, "Armanca me tenê ew e ku em îmkanên şaredariyê tenê ji bo berjewendiyên gel bikar bînin." 

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya amadekirina Plana Stratejîk a 2025-2029an de bi muxtarên taxên navçeya Bismilê re li Navenda Çand û Kongreyê civînek li dar xist. Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatûn, Hevşaredarên Bismilê Mizgîn Ekîn û Guven Tanrikulu, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ozgur Yildiz, serokên beşên pêwendîdar ên Bajêr û Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ û muxtarên taxan beşdarî civînê bûn.

Muxtar: Me bi salan nikarîbû xizmetê werbigirin

Muxtaran der barê pirsgirêkên taxan û plana stratejîk de nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman. Muxtaran diyar kir ku bi salan e xizmetê nadine wan û ji bo pirsgirêkên heyî jî wan daxwaza çareseriyê kir.

Hevserok Hatûn: Armanca me xizmeta gel e

Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatûn di civînê de axivî û diyar kir ku wan bi 17 navçeyan re plansaziya xwe ya stratejîk a 5 salan çêkirine û got, “Em bi hemû muxtarên 17 navçeyan re civînan li dar dixin. Em li gel rêxistinên civaka sîvîl ligel rûspiyan jî dişêwirin. Di 5 salên pêş de ji bo vî bajarî çi dikare were kirin? Em vê bi şêwra bi we re plan dikin. Em li ser pirsgirêkên rê, av û binesaziyê dixebitin. DÎSKÎ li ser vê mijarê navçe bi navçe xebatên xwe dimeşîne. Ev 8 sal in ev bajar ji ber qeyûman tu xizmetê nabîne. Em nizanin planeke wan a stratejîk hebû yan na. Helbet karê me ne hêsan e. Haya me ji pirsgirêkên kombûyî heye. Tenê armancek me heye: xizmetkirina gel û bikaranîna çavkaniyên şaredariyê tenê ji bo berjewendiya gel."

'Me ji desteşaredariyên dost destek girt'

Hatûn, destnîşan kir ku 8 sal in li bajêr qeyûm tayin dikin û wiha dewam kir: “Ji aliyê aborî ve em zêde ne rehet in, lê ev nayê wê wateyê ku em ê xizmetê nekin. Di nava 5 salan de divê tu gundên me bê rê, av û binesaziyê nebe. Ji bo pirsgirêka avê me fonên piştgiriyê ji hin şaredariyên dost wergirt. Bi vê bernameya hîbeyê em li gundên Farqîn û Erxenê projeyeke mezin çêdikin.”

 

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30