DÎSKÎ'yê der barê bikaranîna nebaş a avê de agahî da welatiyan

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di kontrolên ku di 10 rojên dawî de kirin de 240 xerab bikaranîna avê tesbît kir û der barê bikaranîna avê ya bi îdare de hişyarî da welatiyan.

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) xebatên xwe yên ji bo pêşîgirtina li bikaranîna xerab a ava vexwarinê didomîne. Di mehên havînê de ji ber avdana rez, baxçe û qadên hêşînayî li tevahiya bajêr mezaxtina avê zêde dibe. Ekîbên DÎSKÎyê ji bo ku di dema bikaranîna ava vexwarinê de aciziya gel çênebe, çavkaniyan bi bandortir bi kar bînin û ava ku bê mebest nayê bikaranîn bê astengkirin dixebitin.

Di vê çarçoveyê de di xebatên ku di 10 rojên dawî de hatin kirin de 240 bikaranîna avê ya nexwestî hat tespîtkirin. Di vê derbarê de welatî derbarê parastina çavkaniyên avê de agahdar kirin. Her wiha ji bo 36 mal û kargehên ku ava bêpîvan bi kar tînin jî prosedurên abonetiyê hatin destpêkirin.

Şerîfoglû: Divê her kes di derbarê bikaranîna avê de hestiyar be

Midûrê Giştî yê DÎSKÎ'yê Mehmet Şerîfoglû bang li welatiyan kir ku di warê bikaranîna avê de hestiyar bin û wiha got: "Bikaranîna ava vexwarinê û ya malê ji bo armancên ji bilî mebesta wê, bikaranîna avê zêde dike, dibe sedema kêmbûna avê û mexdûriyeta welatiyan. Li hemberî vê rewşa ku bi gelemperî di mehên havînê de rû dide, ji bo her kesî girîngiyeke mezin e ku welatî bi ava vexwarinê av nedin. Bi taybetî welatiyên taxên gundewarî divê derbarê bikaranîna ava vexwarinê ji bo avdana rez û baxçeyan hestiyartir bin."

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30