Hişyarî ji zabiteyên ji bo kêmkirina qerebalixa trafîkê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di Eyda Qurbanê de bi taybetî li herêma nav Sûran, ji ber qerebalixa wesayît û mirovan hişyarî da ajokaran.

Midûriyeta Zabiteyan ji bo welatî karibin bi rehetî li nav Sûran ya ku ji aliyê turîstên xwecihî û biyanî ve gelek caran tê ziyaretkirin, xebatên xwe zêde kirin. Dezgeha ku ekîbên xwe li herêma dîrokî ya ku tê payîn di Cejna Qurbanê de qelebalixiyeke berbiçav lê çêbibe, hişyarî da ajokaran ku li hin nuqteyan nesekinin û wesayîtên xwe park nekin. Bi vî awayî tê armanckirin ku rê li ber qerebalixiya li kuçe û kolanan bê girtin.

Xalên ku di cejnê de herî zêde trafîk lê zêde dibe û divê ajokar lê baldartir bin wiha ne:

1- Çirayên trafîkê yên meydana Deriyê Çiyê

2- Kolana Gazîyê

3- Kolana Melîk Ahmet

4- Deriyê Rihayê Xalên Ketin û Derketinê

5- Bulvara Înönü

6- Kolana hz. Suleyman

 

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30