Karûbarên dermankirina pêşûyan bê sekin dewam dikin

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di cejnê de li seranserê bajêr xebatên xwe yên dezenfektekirinê didomînin.

Tîmên Dermankirinê yên Serokatiya Karên Tenduristiyê; Di cejnê de bi rêbazên zanistî ji bo zêdehiya mêş, kelmêş, pêşû, kêzik, qijnik û kêzikên mîna wana di asteke ku tehlûkeyê nede tenduristiya mirovan qels bibin û ji bo pêşîgirtina li nexweşiyên wekî malaria, tîfo, kolera, dîzenterî, taya zer û nexweşiyên dî yên vegir, bi rêbazên zanistî karûbarên dermanreşandina li çiravkên zêdebûna kelmêşan dimeşîne.

274 xebatkar û 80 wesayît

Karûbarên dermankirinê; Li 17 navçe û 1046 taxan bi 274 xebatkar, 80 wesayît, 34 holder, holdera traktorê, 15 atomîzer, 50 cîhazên ulv, 200 pompeyên piştê, misflyker, 5 alavên mijê yên termal dewam dike.

Di nava rojê de dermankirina larvayan tê kirin

Li hewz, gol, bêrm, kanalîzasyon, cihên bi qamîş, mêrg, çalên septîk, ava mend a rawestayî, avên jêrzemînan, hewzên xemilandî, qadên ku zibilê heywanan lê kom dibe, embaran, cihên ku bermayên organîk lê tên komkirin û berhevkirin, li dijî mêş û kurmikên kelmêşan derman tên reşandin herweha sergoyên çopê, konteynerên çopê, bazgehên veguhestina çopê hwd. jî bi awayekî periyodîk dikevin ber karûbarê dermanlêkirinê.

Dermankirina şevê (ULV) dewam dike

Tîmên şaredariyê, dijî mêş, mêşên malê, kêzik û hwd. di heman demê de dest bi xebatên ULV (Şevrijandina Şevê) kir, ku yek ji awayên têkoşîna li dijî kêzikên firinde ye.

Ekîban danê êvarê, bi danê rojavabûnê re dest bi xebatên xwe yên ULVyê kirin û li navenda bajêr û navçeyan bi 50 cîhazên ULVê dermanê pêşûyan têt reşandin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30