Li Farqînê û Karazê xebatên dermanreşandinê

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeyên Farqîn û Karazê, li dijî şanikên kêzik û kelmêşan xebatên dermankirinê kirin.

Tîmên dermankirinê yên Serokatiya Karên Tenduristiyê; Hewldanên xwe yên dermankirinê didomîne da ku şanika mêş, kelmêş û kêzikên mîna wan di astek ku tenduristiya mirovan tehdîd neke bihêle.

Rêbazên kontrolê yên zanistî armanc dikin ku pêşî li nexweşiyên wekî malaria, tîfo û kolerayê bigirin ku ji heşere û kêzikan têne vegirtin.

Xebat wê bi biryar dewam bikin

Ekîban li navçeyên bejahî û herwiha li navçeyên navendê jî dest bi reşandina dermanan kirin. Li Farqînê 9 û li Karazê jî 4 wesayît bi 13 wesayîtan derman tên reşandin. Li navçeyên din jî xebat dê dewam bikin.

Hevşaredara Farqînê Sevîm Bîçîcî ligel xebatan bû û li cihê xebatê saxtî kir.

Di nava rojê de dermanan li şanikên larvayan dikin

Li qadên beyar ên wekî hewz, bêrm, qadên qamîş, kanalîzasyon, çirav, avên jêrzemînan, hewzên xemilandî, embar, cihên ku bermahiyên organîk tên komkirin, konteynerên çopê û bazgehên veguheztina çopê li dijî mêş û kêzikan xebatên reşandina dermanan tê kirin.

Dermankirina şevê (ULV) dewam dike

Ekîb mêş, kelmêş, heşere, kêzik û hwd. bi rêbaza ULV (Şevrijandina dermanan) ku yek ji rêbazên têkoşînê yên li dijî kêzikên perinde ye, bi kar tîne, ekîb xebatên xwe li gundan didomînin.

Ekîb danê êvarê li dora rojavabûnê dest bi xebata xwe dikin û ji bo tenduristiya gel heta derengiya şevê bi cîhazên ULV dermanan direşînin ser şanikên heşereyan.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30