Hevşaredaran sehêtî li rêgeha Pergala Rêhesinî kirin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, rêgeha ji bo rêya Pergala Rêhesinîya Sivik hatiye plankirin, seh kirin.

Midûriyeta Hatûçûnê xebatên xwe yên ji bo Pergala Rêhesinî ya Sivik ku 14 kîlometro dirêjiya wê heye, ku dê qerebalixa trafîkê ya li bajêr kêm bike û çûnûhatina giştî hêsan bike, dan destpêkirin.

Hevserok Serra Bucak û Dogan Hatun di çarçoveya xebatê de bi Alîkarê Midûrê Giştî yê Metro Stenbol A.Ş.ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Fatîh Gultekîn re hevdîtin kirin. Di civîna ku li Şaredariya Bajarê Mezin hat lidarxistin de, nûnerên Metro Stenbolê fikrên xwe arasteyî hev kirin.

Hevşaredaran rêgeha rêhesinî saxtî kir

Piştî civînê Hevserok Serra Bucak û Dogan Hatun, Sekreterê Giştî Emrullah Gördük, Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan, serokên yekeyên têkildar û nûnerên şîrketa peymankar, li ser rêya plankirî ya Sîstema Rêhesinê ya Sivik kontroleke meydanî kirin.

Hevserok Bucak û Hatun der barê xebatên ku li Kolana Ekîncîler a Taxa Koperatîfan a navçeya Yenîşehîrê, Pira Ofîs û Bulvara Turgut Ozal a navçeya Baglarê û revîzyonên di plansaziyê de bên kirin de, li cihê bûyerê bi nûnerên şîrketa taşeron re hevdîtin kirin.

Xebatên etûtê hatin saxtîkirin

Piştre Hevşaredar û heyeta pê re derbasî Tesîsa Dagirtina Gaza Sirûştî ya Şaredariya Bajarê Mezin a ku dê îstasyona depoya pergala trênê lê bê vekirin, kirin. Hevşaredaran tevî nûnerên şîrketa barhilgir li qada ku wê bazgeh lê bê avakirin, xebatên sehîtiyê kontrol kirin.

 

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31