Hevşaredar Bucak: Bila pêşnûmeya derbarê heywanên kolanan de bê vekişandin

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, diyar kir ku ji bo pêşnûmeya ku ji Serokatiya Meclîsê re der barê heywanên kolanan de hatiye pêşkêşkirin paşve vekişînin dê bi parêzvanên mafên mirovan re bên cem hev û got ku ew ê heywanan biparêzin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya li Parka Rojava ya têkildarî Pêşnûmeya Guherîna Qanûna Parastina Heywanan a ji Serokatiya Meclisa Komeleya Ekolojiyê ya têkildarî sewalên kolanan bû. Di daxuyaniya ku parlamenter, şaredarên navçeyan û nûnerên saziyên sivîl jî amade bûn de pêşnûmeya qanûnê hat rexnekirin û hat diyarkirin ku heywanên ku bi serbestî li kuçe û kolanan digerin dê bên komkirin û li stargehan bên ragirtin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku pêşnûme bê paşvexistin.

Hevşaredar Bucak: Em jiyana hemû zindiyan diparêzin

Hevşaredar Bucak di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ew jiyana ajalan û her cure zindiyan diparêzin û wiha got: “Ji bo şert û mercên jiyana wan bên misogerkirin em ê piştgiriyê bidin. Em ê hem xwezaya xwe hem jî ekolojiya xwe biparêzin. Heywan jî ji vê yekê ne bêpar in. Wek rêveberiyên herêmî em ê bi parêzvanên mafan re bên cem hev û vê qanûnê vekişînin. Berpirsyariyeke mezin a şaredariyan heye. Em ê mafê xwe xwedankirinê yê her cure ajalên bêxwedî biparêzin û wan biparêzin. Li dijî zîhniyetên ku komkujiyan li ser me ferz dikin em ê hemû bi hev re bin. Em ji vir bang dikin: Em li heywanan xwedî derdikevin. Wan nekujin, sax bihêlin. Heywan ne bê xwedî ne.”

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30