Pirsgirêkên jinan di cih de tên tespîtkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo pirsgirêkên jinan li cihê bûyerê tesbît bike û çareser bike, xebatek da destpêkirin. 

Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê di çarçoveya Navenda Jiyana Jinan ya Benûsenê de ji bo pêşxistina projeyan ji bo jinan dest bi xebatên qadê kir. Di çarçoveya xebatan de dê pirsgirêkên jinan li cih bên tespîtkirin û bi nêrînên jinan proje bên çêkirin. 

Nexşeya xizaniya jinan dê bê amadekirin

Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz der barê mijarê de agahî da û diyar kir ku armanca wan a sereke çêkirina nexşeya xizaniyê ya jinan e û wiha got: “Em yek bi yek serdana malên li Benusenê dikin nexşeya feqîriyê çêdikin. Ev der niha qadeke pîlot e, lê armanca me ew e ku li seranserê Amedê belav bikin. Em li ser daxwaz, pirsgirêk û bendewariyên jinên li Benûsenê dijîn lêkolîna fîzîbîlîteyê dikin. Di heman demê de, em ê van lêkolînan tomar bikin û wan bikin nexşeyek ku dê xebat û projeyên me yên paşerojê bi rê ve bibe." 

Bi jinan re dê projeyên hevpar bên pêşxistin

Gurbuz, anî ziman ku ew ê bi rêya nexşeya feqîriyê ya ku dê çêbikin bi jinan re bi biryarên hevpar proje û xebatan pêk bînin û got, “Ev lêkolîn; Dê xebatên civakî, qada zarokan, ciwanan, aborî yan jî psîkolojîk bên kirin. Hemû lêkolîn dê bi derxistina daneyên ji raporên hatine girtin bêne pêşvebirin.

'Em dixwazin bi jinan re têkiliyê deynin'

Gurbuz, anî ziman ku di çarçoveya xebata xwe de dîtine ku jin pirsgirêkên ku dijîn pir bi zelalî tînin ziman û wiha got: “Dikarin ji pirsgirêkê re pir rehet çareseriyan pêşkêş bikin. Ji ber vê yekê çavkaniya pirsgirêkê û çareseriyê ye. Ji ber vê yekê xebatên qadê ji bo me pir girîng in. Em naxwazin karê xwe li pişt dîwarên girtî bikin. Em dixwazin bi jinan re têkiliyê deynin."

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30