Hevşaredaran serdana esnafên Çarşiya Şewitî kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, esnafên Çarşîya Şewitî ziyaret kir.

Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun ji bo pirsgirêkên li bajêr bibînin û çareseriyan jê re peyda bikin, hevdîtinên xwe yên bi esnafan re didomînin. Hevşaredaran serdana Çarşiya Şewitî ku navenda herî kevn a bazirganiyê ya bajêr e û li navçeya Sûrê ye, kir û bi esnafan re hevdîtin pêk anî.

Hevşaredaran li esnafan pirsgirêkên bazarê guhdarî kirin û diyar kirin ku ew ê bi hev re li ser çareseriyê biryarê bidin.

Di serdana Hevşaredaran de Hevşaredarên Sûrê Gulan Fatma Onkol û Adnan Orhan û endamên meclîsê jî amade bûn.

 

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30