Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) Aydin Atli û endamên lijneya rêveberiyê pêşwazî kirin.
Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) ya Şaxa Amedê Aydin Atli û endamên lijneyê çûn serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun. Hevserokan ligel Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan û endamên meclîsê bi Atli û pê re hatin cem hev.
Hevşaredaran ji ber serdanê spasiya Atli û pê re kirin.
Serokê Komeleyê Atli, Hevserok vexwend bernameya Aşûreyê ya ku dê li dar bixin.