Kaniyên Îkramê li ber nexweşxaneyan dest bi xizmetê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi Kaniyên Îkramê yên ku li baxçeyên nexweşxaneyên bajêr hatine danîn, lîmonetê pêşkêşî xizmên nexweşan û xebatkarên tenduristiyê dike.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, di mehên havînê de li Kaniya Îkramê ku li çar nuqteyên cuda yên bajêr hatibûn bicihkirin û şorbe bêpere belav dikir, dest bi pêşkêşkirina lîmonetê kir.

Li Kaniya Îkramê ya ku li ber Polîklînikên Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî û Polîklînikên Nexweşxaneya Jinan û Zarokan hatin danîn, 2 mehan wê ji xizmên nexweşan û xebatkarên tenduristiyê re lîmonete bê dayîn.

Li seranserê havînê di navbera saetên 15.00-17.00an de ji Kaniyên îkramê yên ku eleqeyeke mezin dikişînin wê lîmonete bê belavkirin.

Bi bidawîbûna mehên havînê re, Midûriyeta Xizmetên Civakî herweha dê şorbenîskê ji Kaniyên Îkramê li welatiyan û xebatkarên tenduristiyê belav bike.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30