Şaredariyan turnuvayên sporê li dar xist

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên Kayapinar, Yenîşehîr, Sûr û Baxlarê turnuvaya werzişê li dar xist.

Şaredariyên Bajarê Mezin, Sûr, Kayapinar, Yenîşehîr û Baxlarê ji bo pêşxistina werzîşê Turnuvaya Sporê ya Şaredariyên Navendî yên Amedê li dar xistin. Turnuvaya ku tîmên şaredariyê tê de beşdar bûn, li şaxên futbol û voleybolê hat lidarxistin. Maçên tîmên voleybolê yên jinan û tîmên futbolê yên mêran ku endamên meclîsa şaredariyê beşdar dibin, li Kompleksa Sporê ya 500 Evlera navçeya Kayapinarê dest pê kir.

Di turnuvaya ku Hevşaredarên Kayapinarê Bêrîvan Gulşen Sincar û Cengîz Dûndar, Hevşaredarên Yenîşehîrê Safiye Akdag û Mehmet Ergûn, Hevşaredarên Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan beşdar bûn, Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Sûrê bi tîmên voleybolê re hatin hemberî hev. Di maça germ û gur de Şaredariya Bajarê Mezin bi ser ket. Di maça futbolê ya navbera Şaredariya Yenîşehîrê û Şaredariya Kayapinarê de tîma Kayapinarê bi ser ket.

Di turnuvaya 5 rojan de dê tîmên ku bi ser bikevin de xelat bên dayîn.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31