Kulîlkên demsalî naverêk û xaçerêkan dixemilîne

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Kolana Kayapinar, Bulvara Qamişlo û Keleha Navîn 32 hezar kulîlkên demsalî yên curecur û rengên cuda yên ku bi derfetên xwe hilberandî, çandin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, xebatên xwe yên ji bo bajarekî hêşîn û estetîkî didomîne, li gorî bernameya xebata salane ya ku diyar kiriye, li xaçerêk û naverêkên navçeyên Kayapinar, Baglar, Sûr û Yenîşehîrê bi çandina gul û kulîlkan berdewam e.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan a ku li Midûriyeta Şaxa Şitil û Darûberkirinê bi derfetên xwe kulîlkên demsalî yên havînê diçîne, li Kolana Kayapinar, Bulvara Qamişlo û Keleha Navîn xebat meşandin.

32 hezar û 80 kulîlkên demsalî tên çandin

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ji bo ku cihê çandinê beriya kulîlkdanînê ji bo çandiniyê guncaw bin, xebatên binesaziyê kirin. Piştî xebatên binesaziyê ekîban li Kolana Kayapinarê 11 hezar û 560 kulîlkên demsalî yên curereng û rengîn, li Keleha Navîn li deroberên muzeyê 10 hezar û 80 û li Bulvara Qamişlo jî 10 hezar û 440 kulîlkên demsalî çandin.

Piştî ku li Kayapinar û Keleha Navîn xebatên çandina kulîlkan ên demsalî bi dawî bûn, Midûriyeta Park û Baxçeyan dê li Bulvara Qamişlo ya navçeya Baglarê xebatên çandina kulîlkan ên demsalî bidomîne.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30