Kolaneka Baxlarê dê 12 rojan li trafîkê bê girtin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya hilweşandina avahiyên ku di erdheja Mereşê de zirareke mezin dîtine, dê hin beşên Kolana “Ogretmenler” Mamosteyan a navçeya Baxlarê ji bo 12 rojan li trafîkê bigire.

Navenda Koordînasyona Hatûçûnê (UKOME) ji ber hilweşandina avahiyên ku zirareke mezin hildane, biryar da ku qismê Kuçeya Mamosteyan a navçeya Baxlarê ya di navbera cadeyên Emek û Sakarya de ye, di navbera 26ê Tîrmeh û 6ê Tebaxê de ji trafîka peya û siwareyan re bê girtin.

Rêgehaa alternatîf

Di heyama ku dê kolan ji trafîkê re girtî be, wesayitên hatûçûna komî ên ku rêya vê kolanê bi kar tînin dê karibin Kolana Tegmenê wekî alternatîf bi kar bînin.

 

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31