Hevşaredaran serdana Rêxistina DEMê ya Amedê kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Rêxistina Bajarê Amedê ya DEM Partiyê ziyaret kir.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Gulşen Ozer û Abbas Şahîn ji ber peywira wan a nû pîroz kirin.

Şandeyê serdana Hevşaredaran ligel hevşaredaran ji Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk, Reşat Bakan, Ozgur Yildiz û endamên meclisê pêk dihat.

Bucak: "Baweriya me bi hevkariyê tekûz e"

Bucakê ji bo hevserok Ozer û Şahîn desteka xwe anî ziman û di hevserokatiya wan a nû de ji wan re serkeftin xwest.

Bucak ji Hevserokan re got, "Baweriya me bi riya hevpar heye" û wiha dewam kir: "Hevşaredarên Bajarê Mezin û meclîsên şaredariyan li ser pirsgirêkên komîsyonê dixebitin. Ji rêveberiyê re serkeftinê dixwazim."

Hevşaredar Dogan Hatun anî ziman ku ew yek bi yek bi hemû pirsgirêkên bajêr re eleqedar dibin.

Hevşaredar Hatun anî ziman ji bo pirsgirêk bên çareserkirin ew bi şev û roj dixebitin û wiha got: " Em tev li vî bajarî dijîn Pirsgirêkên vir bandorê li me hemûyan dikin. Her tişt rêveberiyên herêmî 2016ê heta çi astê anîbe li wir maye. Qet çi pêşketin çênebûye. Helbet berê jî pirsgirêk hebûn. Lê xebatek jî hebû. Van heft salên dawîn bajêr mezin bûye. Pirsgirêk zêdetir bûne. Krîzên aboriyê, pandemî û gelek tişt qewimîne, herweha erdhejek çêbû. Pirsgirêk ketine ser hev.  Beramberî vana em bi şev û bi roj ji bo çareseriyan van pirsgirêkan xebatê dimeşînin.”

 Hevserokên DEM Partiyê yên parêzgeha Amedê Gulşen Ozer û Abbas Şahîn kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana şandeyê anîn ziman û ji ber xebatên wan Bucak û Hatun pîroz kirin.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30