Li gundan xebatên rê dewam dikin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeyên Bismil, Farqîn, Çinar, Erganî, Sûr, Licê û Baglarê li hin taxên gundewarî û rêyên taxên komê xebatên çêkirin, nûkirin û temîrkirinê bi dawî kir. 

Serokatiya Daîreya Koordînasyona Çêkirina  Rêyan û Kordînekirina Binesaziyê, bi xebatên xwe ji bo veguheztinê ewletir û rehettir bike, li ser rêyên taxên komê û girêdanan li deverên gundewarî yên 17 navçeyan xebatên binaxe, tijîkirin, rûkal û nûkirinê dimeşîne.

Li navçeyan rê hatin nûkirin 

Ekîb di berdewamiya xebatên xwe de li ser rêyên ku li taxan xirabûn hene û bandoreke neyînî li rehetiya ajotinê dike, xebatên nûkirin û çekirinê dikin. Di vê çarçoveyê de rêyên taxên Korukçu, Kayabaşi, Bahçelî, Boyaci yên Bismilê; Rêya taxa Yuva ya Farqînê; Rêya koma Tîlver-Bulutçeker-Bayırkonak a Çinarê; Li Erganî rêya komê Selman-Încehîdîr-Demîrlî, rêya Taxa Momik, Taxa Geçîtli; Li Sûrê rêya Taxa Kuşlukbagi; Li Licê, rêya koma Damar-Signak-Tureli; Xebatên asfalt, danîna binaxe û nûkirin û temîrkirina rêya Taxa Tokaçlı-Ovunduler a Baglarê bi dawî bûn. 

Kar berdewam e

Li Farqînê jî li ser rêya Taxa Eşme-Beypinarê û li ser rêya Taxa Çaykoyê ya Erganiyê jî xebatên 4,3 kîlometroyan xebatên binerdkirin-komkirina binkeyê yên li ser rêya Taxa Eşme-Beypinarê û kolandinê dewam dikin.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30