Hevşaredar Hatun xebatên li Parka Jiyana Civakî hatine destpêkirin seh kir

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, xebatên ku li navçeya Yenîşehîrê li Parka Jiyana Civakî û Qada Bêhnvedanê hatine destpêkirin saxtî kir.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan li Parka Jiyana Civakî û Qada Rekreasyonê ya Karakopruyê ya ku bi tevahî 201 hezar metrekare li qeraxa Çemê Dîcleyê ya navçeya Yenîşehîrê ku bêkar mabû û wêran bû, dest bi xebatên nûkirinê kir. 

Ekîbên Midûriyeta Park û Baxçeyan hemû qad ji gîha paqij kirin, cûrbecûr kulîlk çitandin û giya çinîn. Ekîban li qada pîknîkê bazalt, kerpîç, kevirên kilît, kamelya û rûniştgehên şikestî û xerabûyî temîr kirin û têlên derdora qada futbolê ya sentetîk nû kirin.

Nûkirin û temîrkirina avahiyan tê kirin

Ekîbên ku têlên panelê temîr kirin, dest bi nûkirin û temîrkirina avahiyên ku li qada pîknîkê hebûn lê nedihatin bikaranîn.

Hevşaredar Hatun sehetî kirin

Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, Parka Jiyana Civakî û Qada Bêhnvedanê ya ku xebat lê didomin ziyaret kir û li cihê xebatê lêkolîn kir.

Hevşaredar Hatun ku der barê xebatên tên meşandin de agahî ji serokên yekîneyan girt, xwest di demeke herî kurt de xebat bi dawî bibin û qad ji raya giştî re bê dayîn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30