DÎSKÎ li Hewza Avê ya Gozeliyê bîreke nû vedike

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku di mehên havînê de zêde hewcedariya avê ya bajêr bi cih bîne, li Hewzeya Ava Vexwarinê ya Gozeliyê bîreke nû vedike.

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ku xebatên xwe yên zêdekirina kapasîteyan di mehên havînê de didomîne, ji bo vekirina bîreke nû ya li Hewzeya Ava Vexwarinê ya Gozeliyê ku têra pêdiviyên avê yên bajêr hinekê dike, da destpêkirin.

'Rojane 22 hezar metrekup ava kaniyê'

Midûrê Giştî yê DÎSKÎ'yê Mehmet Şerîfoglu, diyar kir ku li gorî zêdebûna nifûs û aboneyan pêdiviya bajêr bi avê roj bi roj zêdetir dibe û got, "Em li Hewzeya Ava Vexwarinê ya Gozeliyê rojane bi qasî 22 hezar metrekup ava kaniyê dabîn dikin. Em li Hewzeya Ava Vexwarinê ya Gozeliyê xebateke nû ya sondajê dikin da ku rê li ber bandorên neyînî yên ku ji dabînkirina avê derkevin, bi taybetî di havînê de." 

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30