Zarok li Fêrgehên Havînê hunerên xwe bi pêş dixin

2 hezar û 750 zarokên ku beşdarî Fêrgehên Sporê yên Havînê dibin ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve di 8 şaxan de tên lidarxistin, ji bo di betlaneya havînê de zarokan bi werzîşê bidin nasîn û piştgirî bidin pêşveçûna wan a bedenî, civakî û derûnî, şarezayiyên xwe bi pêş dixin.

Fêrgehên Sporê yên Havînê ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Ciwanan û Xizmetên Werzîşê ve bi mebesta geşkirina adetên werzîşê di zarokan de hatine plankirin û rê bidin wan ku di mehên havînê de dema xwe bi berhemdar derbas bikin, bi kursên 8 şaxên cuda ku 2 hezar û 750 zarokên di navbera 7-14 salî de beşdar dibin berdewam dikin. Kursên ku dê heta 13ê Îlonê berdewam bikin li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê tên lidarxistin.

Zarokên ku di bin çavdêriya perwerdekarên pispor de îmkana werzîşê û kêfê heye, ne tenê wexteke xweş derbas dikin, di warê bedenî û derûnî de jî wek kesên saxlemtir mezin dibin.

Zarok hem kêf dikin û hem jî di kursên ku di 8 şaxên cuda de perwerde û çalakî tên dayîn de, zarok hem kêf dikin û hem jî îmkana civakîbûnê heye. Fêrî Futbol, Basketbol, Voleybol, Tenîsa masê, Tenîsa kortê, Kick-boks, Jimnastîk, Sporên Sibehê, Lîstikên Hişî dibin.

'Ez demeke xweş diborînim'

Ji xwendekarên ku beşdarî Kursa Basketbolê ya Fêrgehên Sporê yên Havînê bû Elîfnur Aksucu jî diyar kir ku li vir demeke xweş derbas kir û wiha got: “Berî her tiştî ez spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dikim. Min qeyda kursa Basketbolê kir. Ez werzîşê dikim û dema xwe xweş derbas dikim."

Ji perwerdegiran Tuba Melek Baran jî got ku kurs bi kêr hatiye û wiha got: “Ez beşdarî Kursa Hiş û Aqil bûm. Em li vir Şetrenc, Mangala, Reversî dilîzin. Em bi hevalên xwe re gelek kêfxweş dibin û li wir turnuvayan jî organîze dikin. Em spasiya Şaredariya Bajarê Mezin dikin ku ev derfet da me."

'Ez li vir pir kêfxweş im'

Fatoş Ayazê ku beşdarî Kursa Tekwandoyê bû jî wiha got: “Ez li vir gelek kêfxweş im. Ez xwe baştir dikim. Ez dikarim xwe li hember her xeterek ku ez pê re rû bi rû bibim biparêzim."

'Ez dixwazim bibim lîstikvanekî baş ê futbolê'

Xwendekarê Kursa Futbolê Arda Unal diyar kir ku bi saya kursê îmkanê wî bi dest hatiye ku jêhatîbûna xwe pêş bixe. Unal got, “Ez gelek kêfxweş im ku beşdarî kursa futbolê bûm. Mamosteyên me li vir me perwerde dikin. Ez dixwazim di paşerojê de bibim lîstikvanekî baş ê futbolê. Ez dixwazim biçim cihên baş. Ji dema ku ez hatim vir min gelek hevalên nû peyda kirin. Derdora min pir berfireh bûye. Ez spasiya Şaredariya me dikim ku ev der ji me re terxan kir."

'Ez dixwazim bibim profesyonel'

Ji perwerdekarên futbolê Enes Yildiz jî wiha got: “Ez gelek kêfxweş im ku hatim vir. Ez bi hevalên xwe re pir baş li hev dikim. Ez jêhatiya xwe baştir dikim. Mamosteyên me me perwerde dikin. Ez dixwazim bibim profesyonel." 

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30