Hunermend Aram Tîgran li Mala Dengbêjan hat bibîranîn

Hunermend Aram Tîgran di 15emîn salvegera wefata xwe de di çalakiya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat lidarxistin de, hat bibîranîn.

Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya 15emîn salvegera wefata hunermend Aram Tîgran ê ku di 9ê Tebaxa 2009'an de li Yewnanîstanê jiyana xwe ji dest da, çalakiyeke bibîranînê li dar xist. Di bernameya bîranînê ya ku li Mala Dengbêjan navçeya Sûrê hat lidarxistin de, Hevşaredara Çinarê Semra Akyuz, Cîgira Sekretera Giştî ya Şaredariya Bajarê Mezin Zerîn Turk, Seroka Daîreya Çand û Civakî Çagla Sanay, hevberderka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Amedê Gulşen Ozer û nûnerên saziyê û welatî beşdar bûn.

Di axaftinên bernameyê de bal kişandin ser zehmetiyên ku hunermend Tîgran di tevahiya jiyana xwe de jiyane û keda Tîgran a ji muzîka Kurdî re û hezkirina wî ya ji Amedê re hate vegotin.

Piştî axaftinan bername bi pêşkêşkirina hunermendan a bi stranên Aram Tîgran bi dawî bû.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30