Hevşaredaran ji bo hişmendiya civakî tûrikên çopê belav kirin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun çûn serdana Parka 75, bi welatiyan re sohbet kirin, li daxwazan guhdarî kirin, ji bo hişyariya civakî tûrikên çopê belav kirin. 

Di çarçoveya kampanyaya paqijiyê ya ku Şaredariya Bajarê Mezin ji 5ê Hezîranê ve dabû destpêkirin de, ji bo hişyariya civakî li welatiyên li parkan bêhna xwe vedin, tûrikên çopê hatin belavkirin. Hevşaredarên Kayapinarê Bêrîvan Gulşen Sincar û Cengîz Dundar, Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Alîkarên Serokê Giştî Reşat Bakan û Azîz Ozdogan bi dirûşma "Em li gelê xwe guhdarî dikin; em ji Amedê hez dikin, em qirêj nakin" bi pêşengiya Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun beşdarî xebatan bûn. 

Hevşaredaran hişyarî dan

Hevşaredarên ku ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyeke mezin hatin, çûn serdana Parka 75ê û bi welatiyan re sohbet kirin. Hevşaredaran bi guhdarkirina daxwazên welatiyan, girîngiyeke taybet dan ciwanan. Hevşaredaran ji bo hişmendiya civakî bê hildan tûrikên çopê li welatiyên ku li parkê bêhna xwe vedidin belav kirin û xwestin park bê paqijkirin.

'Em ê çareseriyan çêbikin'

Hevşaredar 3 saetan li tevahiya parkê geriyan û diyar kirin ku ew ê ji daxwazên welatiyan ên paqijkirina parkê, parkkirina wesayîtan li ser rêya bisîkletê, nûkirina ronahiyê, benzîn û komên lîstikê re çareseriyê bibînin.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30