Meclîsa Şaredariyê biryara kirîna 150 otobusan da

Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi yekdengî biryar da ku 82 otobusên ku jiyana xwe ya aborî temam kirine bifroşin û li şûna wan 150 otobus bên danîn da ku di veguheztina gel de xizmeteke rehettir, bigihînin û bi kalîtetir bê dayîn. 

Çaremîn rûniştina civîna asayî ya meha Tebaxê ya Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin bi serokatiya Hevşaredar Serra Bucak pêk hat.

Li ser qerebalixiya çûnûhatina gel, gilî û daxwazên gel, Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin, biryar da ku 82 otobûsên çûnûhatinê yên giştî yên di nava Daîreya Veguhastinê de ji ber lêçûnên sotemenî û lênêrînê û tamîrê bifroşin û li şûna wan 150 otobusên nû bifroşin. 

Otobusên ku jiyana xwe ya aborî temam kirine dê bên firotin

Di rapora ku ji aliyê Komîsyona Veguhastinê ve pêşkêşî Meclîsê hat kirin de, hat diyarkirin ku 82 otobusan ji ber sotemenî û lêçûnên lênêrînê û tamîrê jiyana xwe ya aborî temam kirine û 14 otobus jî ji kar hatine avêtin. 

Meclîsê bi yekdengî biryar da

Meclîsê xalên derbarê firotina 82 otobusan û kirîna 150 otobusên nû bi yekdengî qebûl kir. 

Armanc ji holê rakirina pirsgirêkan e

Şaredariya Bajarê Mezin bi mebesta ku di demek kin de gilî û pirsgirêkên di veguheztina gel de ji holê rabike, piştî biryara Meclîsê dema ku pêvajoya kirîna otobusan bi dawî bû dê di veguheztina gel de xizmetek rehettir, gihîştî û bi kalîtetir bide.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30