Pirsgirêka ava vexwarinê ya gundê Qereçalê hat çareserkirin

 Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, pirsgirêka ava vexwarinê ya ku bi salan e li gundê Qereçaliya navçeya Sûrê didome, bi vekirina bîreke kûr a 640 metreyî çareser kir.

 Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) xebatên xwe yên veberhênan û xurtkirina binesaziyê didomîne da ku ava vexwarinê bi awayekî bênavber û saxlem bigihîne cihên herî dûr ên bajêr. 

 Pirsgirêka avê ya taxa ku nifûsa wê 2 hezar e hat çareserkirin

 Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ'yê ji bo pirsgirêka ava vexwarinê ya bi taybetî di mehên havînê de li gundê Qereçalê ya ku nifûsa wê nêzî 2 hezar e, ji holê rabike xebatên bîrê meşand.

 Di encama xebatên ku ji aliyê ekîban ve hatin kirin de di bîra bi kûrahiya 640 metreyî de 25 lître di saniyeyê de berberiya avê hat tespîtkirin. 

 Pêvajoyên ceribandinê yên ji bo xebitandina bîrê bi serfirazî pêk hatin.  Piştî ku nimûneyên li Santrala Palandinê ya Ava Vexwarinê hatin lêkolînkirin û encamên erênî hatin bidestxistin, ava ku ji bîrê hat hildan bi depoya ava vexwarinê ya Qereçalê ve hat girêdan.

 'Pirsgirêka avê wê bi salan nemîne'

 Midûrê Giştî yê DÎSKÎ'yê Mehmet Şerîfoglû, diyar kir ku bi saya sondaja ku kirine dê bi salan li gundê Qereçalê pirsgirêka ava vexwarinê nebe û got, "Divê welatiyên me ji bo avdana bax û zeviyan ava vexwarinê bi qaçaxî bi kar neynin.  Kesên ku abonetiya wan tune be divê di zûtirîn dem de pêvajoya abonetiya xwe temam bikin.  Bila xizmeta me ya nû bi kêrî taxa me ya Qereçalê bê.”

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30