Şaredarî xwaringeha gel vedike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku xwarinên erzan, paqij, xweş û pêbawer pêşkêşî welatiyên xwe bike, pêkanîna Xwaringeha Gel pêk tîne.  Li Kuçeya Hunerê ya navçeya Yenîşehîrê di xwaringeha ku rojane hezar kes lê heye dê 4 cureyên xwarinê bên dayîn.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zêdekirina refah û bextewariya gel, xebateke nû li projeyên xwe zêde dike.  Şaredariya Bajarê Mezin a ku li gorî feraseta şaredariya civakî ji bo kêmkirina ferqa di navbera dabeşkirina dahatê de tevdigere, ji bo ku xwarinên erzan, paqij, xweş û pêbawer pêşkêşî gelê bajêr bike, Projeya Xwaringeha Gel dimeşîne.

 Dê di menûyê de 4 cureyên xwarinê hebin

Xwarinên 4 celeb dê li Xwaringeha Gel ya ku ji bilî yekşemê her roj di navbera saet 12.00-17.00an de vekirî be, bê dayîn.  Xwaringeha Gel, ku bi taybetî wekî şûngeha xwendekar û xwendekarên kêm-dahat tê hesibandin, ji bo ku bikaribe rojê ji hezar kesî re xizmet bike, hate damezrandin. 

 Di demeke nêz de vedibe

Li Taxa Kooperatîfan a navçeya Yenîşehîrê li Kolana Hunerê  Yekemîn Xwaringeha Gel a ku dê di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin da xizmetê bike, bê vekirin. Şaredariya Bajarê Mezin li gorî hewcedarî û daxwazê plan dike ku hejmara Xwaringehên Gel zêde bike.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30