Hevşaredar Bucak, gundê Mollaelîya Jorîn û Çarokê saxtî kirin

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, pirsgirêkên taxên Mollaeliya Jorî û Çarokê ên navçeya Baxlarê lêkolîn kir û ji bo çareserkirina pirsgirêka av û kanalîzasyonê yekîneyên pêwendîdar wezîfedar kir.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, serdanên xwe yên li navçeyan berdewam dike. Hevşaredar Bucak ku taxên Mollaeliya Jorîn û Çaroka navçeya Baxlarê ziyaret kir, Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan, serokên daîreyan û endamên meclîsê jî tevlî bûn.

'Derdê rêveberiya qeyûm ne çêkirina rêyan, wergirtina îhaleyan bû'

Hevşaredar Bucak bi welatiyên li gundî re hat cem hev, bi welatiyan re sohbet kir û daxwazên wan guhdar kir. Bucakê ku li her du taxan rê, pirsgirêkên av û kanalîzasyonê seh kir, li ser rêya Mollaalîya Jorîn ya ku di dema qeyûmê de îhale hatibû kirin lê ji ber ku asfalta duyemîn çênebû xisar dît, kir û got. “Derdê rêveberiya qeyûm ne çêkirina rêyan, wergirtina îhaleyan e. Dema diçû, xwezî wan dev ji van îhaleyan bernedaya û ji bo berjewendîyên alîgirên xwe barek ji me re nehişta."

'Ji bo kanalîzasyon û avê çi ji destê me bê em ê bikin'

Bucak ewil yekîneyên pêwendîdar ji bo çareserkirina pirsgirêkên av û kanalîzasyonê yên li du taxan hatine peywirdarkirin. Bucak, diyar kir ku dê li ser rêya Mollaelîya Jorîn xebatên temîrkirin û nûkirinê bên kirin û wiha got: "Ligel vê yekê ji bo kanalîzasyon û avê jî çi ji destê me bê em ê bikin."

Kontrola li ser rê ji xizmetê re hat vekirin

Bucak pişt re berê xwe da ser rêya gundê Elwendê-Kuncîgoza navçeya Çinarê ya ku rêyeke 5,5 kîlometre dirêj e ku di heyama qeyûm de îhale hatibû kirin, lê karê wê bê dawî ma. Hevşaredar Bucakê rêya ku bi destê ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin di demeke kin de temam bû û ket ber xizmetê, seh kir.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30