Ji DÎSKÎ bo Haniyê 3 hezar û 200 metre xeta ava vexwarinê

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo pêdiviyên ava vexwarinê yên malên erdhejê yên li navçeya Haniyê temam bûne, 3 hezar û 200 metre xeta şebekeya ava vexwarinê datîne.

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) xebatên xwe yên ji bo avakirina sîstemeke binesaziya modern û dabînkirina ava vexwarinê ya bi kalîte li navenda bajar, navçe û gundan didomîne.

DÎSKÎya ku di vê çarçoveyê de projeyan dimeşîne, ji bo pêdiviyên ava vexwarinê yên 15 mal û 13 malên erdhejê yên li Taxa Kalaba ya navçeya Haniyê bi cih bîne, çalakî li dar xist.

Ekîbên girêdayî Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ji bo ku hewcedariya ava vexwarinê ya Komelgeha devera Kalabayê û şêniyên erdhejê dabîn bike dest bi danîna 3 hezar û 200 metre xeta şebekeya ava vexwarinê kir. Bi qedandina xebatê re dê şêniyên taxê bibin xwedî ava vexwarinê ya saxlem û bi kalîte.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎ'yê Mehmet Şerîfoglu, diyar kir ku xebatên veberhênan û xurtkirina binesaziyê ji bo ava vexwarinê ya ku çavkaniya bingehîn a jiyanê ye bi awayekî bênavber û bi tendurist gihandina cihên herî dûr ên bajêr dewam dike.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30