Hevşaredar Bucak beşdarî civîna Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê bû

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî civîna lijneya rêveberiya Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê bû.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, beşdarî civîna lijneya rêveberiya Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê ya ku di bin serokatiya Waliyê Ruhayê Hasan Şîldak û Waliyê Amedê Murat Zorluoglu de hat lidarxistin bû. Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Ruhayê (ŞUTSO) Mehmet Yetim û Alîkarê Sekreterê Giştî yê Ajansê Yunus Çolak beşdarî civîna li avahiya xizmetê ya Amedê ya Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê bûn.

Di civînê de xebat û lêkolînên ku ji aliyê Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê ve di warê pêşketina herêmê de tên kirin hatin nirxandin. Her wiha li ser rewşa bernameyên neteweyî û navneteweyî yên ku ji aliyê Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê ve tên meşandin jî hat axaftin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30