Kuçeyên Sûrê bi şahiya 'Spora Li Kuçeyan' xemilîn

Li navçeya Sûrê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Sûrê ve çalakiya "Spora Li Kuçeyan" hat lidarxistin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzîşê, ji bo parastina ciwan û zarokan li hemberî madeyên hişber çalakiyan li dar dixe û di vî warî de piştgiriyê dide xebatên şaredariyên navçeyan.

2 rojên têr bi bername

Di çarçoveya "Projeya Spora li Kuçeyan" de li Parka Anzelê û Parka Azîzoglu yên Taxa Îskenderpaşaya Sûrê, bi şîara "Ji pêşerojê ber bi paşerojê ve Sûr li cewherê xwe vedigere, Em ê kolanên xwe bi zarokan rengîn bikin, em şopa dîroka xwe ber bi siberojê ve dibin" bername hatin lidarxistin.

Di çalakiya ku Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol jî beşdar bû de, zarok, ciwan û jinan ji bo jiyaneke bi tendurist îmkana werzişê bi dest xistin û bi çalakiyên xweş derbas bûn.

Parkurên Bextewar

Di bernameyê de ji bilî çalakiyên curbecur ên werzîşê yên wekî tenîsa maseyê, voleybol, futbol û bisîkletê, lîstikên kevneşopî yên kolanan, wênesaziya rû û parkurên cuda yên kêfê jî hatin lidarxistin.

Di çalakiya ku zarokan destên xwe boyax kirin û li ser qumaşan berhemên rengîn çêkirin, beşdaran bi muzîkê re fersenda werzîşê û kêfê dîtin.

Kolanên Sûrê bi Projeya Spora li Kuçeyan, 2 roj bûn cihê spor û şahiyê, herweha vê helkefta şahî bala welatiyan kişand ser xwe.

Piştî çalakiyê ji beşdaran re forma diyarî hatin dayîn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30