Hevşaredar Bucak: Zabite şaredarî û bajêr temsîl dike

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, beşdarî bernameya perwerdeyê ya ku ji bo Hefteya Zabiteyan hat lidarxistin bû û diyar kir ku Zabiteyên ku bi welatî û turîstan re mijûl dibin, şaredarî û bajêr temsîl dikin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi minasebeta Hefteya Zabiteyan ji bo neferên zabiteya şaredariya bajarê mezin û şaredariyên navçeya Kayapinar, Baxlar, Sûr û Yenîşehîrê bernameya perwerdeyê li dar xist. Di bernameya perwerdeyê ya li Navenda Çand û Kongreyê de Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevşaredara Kayapinarê Bêrîvan Gulşen Sincar, Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan, Hevşaredarê Baxlarê Siraç Çelîk û Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag, nûnerên şaredariyên bajar û navçeyan jî tevlî bernameyê bûn.

Hevşaredar Bucak Hefteya Zabiteyan pîroz kir

Di vekirina perwerdeyê de Hevşaredar Bucak axivî û hefteya zabiteyan li xebatkaran pîroz kir. Bucak destnîşan kir ku Serokatiya Zabiteyan ligel Midûriyeta xwe, ji bo wan yek ji qadên xizmetguzariyê yên herî bingehîn û girîng in û wiha got: "Ev pêvajoya 8 salan a qeyûman ne tenê li Midûriyeta Zabiteyan, li hemû qadan zirareke mezin daye.” Bucak anî ziman ku hewl didin vê xisara sererast bikin û wiha got: “Pêdiviya me bi tamîrkirina zîhniyet, aîdiyet û hestan heye. Em vê yekê ji hemû hevşaredarên şaredariyê dixwazin. Ji ber ku Zabite nûnertiya şaredariyê û bajêr li hemû deverên bajêr dike, bi welatiyan û geştiyaran re mijûl dibe. Di vî warî de berpirsyariyeke mezin li ser milê we ye. Lê berî her tiştî divê em hemû hiş û wijdanê xwe zindî bihêlin. Çima em ewqas giraniyê didin hiş û wijdanê? Ji ber ku reftar û têkiliya we ya bi gel re ji me re vedibêje."

'Divê bi civakê re di nava têkiliyê de bin'

 Hevşaredar Bucak bal kişand ser girîngiya Amedê û diyar kir ku li bajêr civakeke ku têdikoşe, li ber xwe dide, karakterê xwe weke civak diparêze û di her serdemê de berdêlan dide heye û got, divê hûn weke neynika me xwe nêzî gel bikin.”  Bucak di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Divê hûn bibin hilgir, girêdan û ragihandina îdiaya me ya civaka demokratîk. Ev ne pir zehmet e. Ku hûn bi wijdan, dilovanî û aqil tevbigerin ev tê wateya adilî û wekhevîyê.”

'Em daxwaza hêzên zabiteya berxwedêr dikin'

Bucak, anî ziman ku di heyama 8 salan a qeyûman de hiqûq û nîzam hat xerakirin û got ku qeyûm ji gelek tiştan re çavên xwe girtin, bêserûberî û kar zêde bûne, ev yek bûye felaket û haya zabiteyan jî ji vê heye. Bucak, da zanîn ku Şaredariya Bajarê Mezin û yekîneyên zabiteyan ên şaredariyên navçeyan ji dema ku dest bi wezîfeyê kirine, li dijî dagirkirina peyarê û înşaata dereqanûnî bi koordînasyonê dixebitin û wiha got: “Divê êdî nêzîkatiyên kêfî yên li bajêr rawestin. Bê guman, ev ê ne hêsan be. Ev karekî pêvajoyê ye. Em baş dizanin ku em di kîjan serdemê de dijîn. Salên 1990, 2000 û destpêka 2000an cuda bûn, niha em dizanin ku em di sala 2024an de bi çi celebê kavilan re rû bi rû ne. Em ji we hêzek zabiteya domdar û berxwedêr dixwazin. Ev bê guman bi perwerdehiyê gengaz e."

Piştî axaftinê zabiteyan gul diyarî Hevşaredar Bucak û Hatun kirin.

Bername perwerdeyaku Midûrê Zabiteyan Veysî Ruzgar ku li ser mijarên "Dîroka Zabiteyan" û "Qada înfazê ya zabiteyan" da neferên zabitê, dewam kir.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30