Meclîsa Şaredariyê ji bo Atolyeyên Wergerê biryar girt

Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, sazkirina Atolyeyên Wergerê yên ku di pêvajoya pêşketina wêje û ziman de xwedî girîngiyeke mezin in, bi yekdengî qebûl kir.

Yekemîn rûniştina civîna asayî ya meha Îlonê ya Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi serokatiya Cîgira Serokê Meclisê Evîn Yelboga hat lidarxistin. Endamên meclîsê beşdarî civîna li Salona Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin bûn.

Pêşniyara ku di civîna Meclisa Tebaxê de ji bo vekirina Atolyeyên Wergerê hat qebûlkirin, ji Komîsyona Çandê re hat şandin. Rapora ku Komîsyona Çandê ya ji bo avakirina Atolyeyên Wergerê yên di nava şaredariyê de ji bo dîtina wêjeya kurdî amade bike, li Meclîsê hat nirxandin.

Biryar bi yekdengî hat girtin

Rapora komîsyonê li Meclîsê bi yekdengî hat qebûlkirin. Bi biryara ku hatiye girtin, armanc ew e ku wêjeya kurdî bi Atolyeyên Wergerandinê were xuyakirin da ku potansiyela wêjeya kurdî derbikeve holê û bingeha berhem û vegotina wêjeyî bigihêje astekê û pêwendiya vê potansiyelê bi wêjeya cîhanê û wêjeyên din re were misogerkirin. 

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30