DÎSKÎyê ji bo taxa ku hezar û 200 nifûsê wê ava vexwarinê dest bi xebatan kir

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê ya gundê Tiyaxsê ya ku 1200 nifûsa wê li navçeya Pasûrê ye dest bi xebarê kir.

 Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) xebatên xwe yên ji bo avakirina sîstemeke binesaziya modern û peydakirina ava vexwarinê ya bi kalîte li navenda bajar, navçe û gundan didomîne.

 Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ ya ku di vê çarçoveyê de projeyan dimeşîne, ji bo çareseriya pirsgirêka ava vexwarinê ya ku bi salan e nêzî hezar û 200 welatiyên li gundê Tiyaxsê ya navçeya Pasûrê di 200 malbatan de dijîn, çalakî li dar xist.

 1200 metre rê hat vekirin

 Ekîbên girêdayî Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ji bo ku pirsgirêka ava vexwarinê ya gundê Tiyaxsê çareser bikin, li ser kaniya çemê Akdorukê xeta ava vexwarinê ya 1200 metreyî vekir. 

 Piştî bidawîbûna rêya xizmetguzariyê, ji bo danîna 700 metre xeta ava vexwarinê bi alîkariya alavên înşaatê dest bi kar hat kirin.  Bi qedandina xebatê re dê şêniyên taxê 24 saetan bibin xwedî ava vexwarinê ya saxlem û bi kalîte.

 Welatiyên li taxê hatin agahdarkirin

 Ekîbên Midûriyeta Şaxa navçeya Pasûrê ya Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê li gundê Tiyaxsê bi welatiyan ra hatin cem hev û der barê xebatên abonetiyê û pêşîgirtina li bikaranîna xerab a avê da agahî dan.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30