Ji bo mexdûrên şewata Çinarê desteka kelûpelên mektebê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo 308 xwendekarên ku li navçeya Çinarê ji ber şewatê mexdûr mane, desteka kelûpelê mektebê da.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, bi destpêkirina sala perwerdehiyê ya 2024-2025an de ji hezaran xwendekarên hewcedar re destek da.

Zarokên ku ji şewatê bandor bûne nayên jibîrkirin

Şaredariya Bajarê Mezin, xwendekarên di şewata ku di 20ê Hezîranê de li qadeke berfireh a di navbera navçeyên Çinar û Şemrexa Mêrdînê de derketibû û di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, ji bîr nekir.

Midûrtiya Şaxa Zarokan a Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, 308 çenteyên ku tê de alavên mektebe hene li xwendekarên li taxên Tabînî û Herbêrê yên navçeya Çinarê dixwînin belav kirin.

308 xwendekar ji belavkirina malzemeyên kirtasiyê yên li ber dibistanan ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve sûd wergirtin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30