DBŞTê bi Don Kixot perdeyên xwe vekir

Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi lîstika Don Kixot perdeyên xwe vekir.

Şanoyên Bajêr ên di bin banê Daîreya Çand û Karûbarên Civakî de dixebitin, demsala Çand û Hunerê ya 2024-2025an bi adaptasyona kurdî ya romana Cervantes Don Kixotê dest pê kir.

Di pêşandana yekemîn a lîstikê de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê, temaşevanan Şanoya Bajêr bi tenê nehişt.

Ozcan Ateş, Şahabettîn Dag, Rezan Kaya, Elvan Koçer, Sena Ozbey, Kevnar Înal û Şîlan Alagoz di lîstika Don Kixotê ya ku derhêneriya wê Ferhat Keskîn de karakterên sereke lîstin.

Lîstikvanên DBŞTê di warê formê de şêwazên cihêreng diceribînin dema ku klasîkan adapte dikin; Dema ku Don Kixota Cervantes adapteyi kurdî dike, ne tenê li ser wergerandina metnê, di heman demê de bala xwe daye adaptasyona kurdî ya bi hemû aliyên wê. Lîstika ku roman tê de bi girêdana bi efsaneyên kurdî, mîtolojî û hevsengiyê ve tê vegotin, kêliyên xweş pêşkêşî temaşevanan kir.

Di dawiya lîstika serkeftî de, Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî Çagla Sanay bi dayîna kulîlkan şanoger pîroz kir.

Sanay di axaftina xwe de got, "Em her tim dixwazin ev salon tije bibe. Em her rojên În û Şemiyê bixêrhatina we û derdora we dikin."

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30