14. Turnuvaya Tenîsê ya Cup Amedê dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 14emîn Turnuvaya Tenîsê ya Cup Amedê ya ku ji bo welatiyên 13 salî hat lidarxistin, da destpêkirin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun li Park Ormanê di destpêkirina 14. Turnuvaya Tenîsê ya Cup Amedê de amade bû.

Hevşaredar Hatun ku bi welatiyan re maç temaşe kir, serokên daîreyan û endamên meclîsê jî li gel hevşaredar hazir bûn.

Hevşaredar Dogan Hatun ku li maça vekirina turnuvayê temaşe kir, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku 8 sal in turnuva bê destek ji aliyê welatiyan ve tê organîzekirin.

Hevşaredar Hatun amadekarên ku ev 8 sal in vê turnuvayê li dar dixin pîroz kir, spasiya welatiyan kir û got, "Em li vir in, em dibêjin şaredarî gel e."

Hevşaredar Hatun, diyar kir ku wan desteka madî û manewî dane turnuvayê û got, "Em serketiyan pîroz dikin, roja dawî em ê li wir bin, em ê bi gelê xwe re bin."

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30