Meclîsa Jinên Karsaz a DTSOyê serdana Hevşaredar Bucak kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Seroka Meclîsa Jinên Karsaz a DTSOyê Fîlîz Ekîngen û endamên meclîsê mazûvanî kir.

Seroka Meclîsa Jinên Karsaz a Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) Fîlîz Ekîngen û endamên meclîsê, serdana Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak kir.

Piştî pêşwazîkirinê Hevşaredar Bucak bi heyeta Meclîsa Jinên Karsaz re hevdîtinek pêk anî.

Di serdanê de li ser jinên karsaz û pirsgirêkên îstîhdamê yên li bajêr nêrîn hatin guherandin.

Şandeya Meclîsa Jinên Karsaz, Hevşaredar Bucak pîroz kir û di peywira wê de serkeftin xwest.

Hevşaredar Bucak ji ber serdanê spasiya heyeta Meclîsa Jinên Karsaz kir.

Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk, Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer û endamên meclîsê jî beşdarî serdanê bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28