Ji bo bîranîna nivîskar Mehmed Uzun dê çalakî bên lidarxistin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo bîranîna Nivîskar Mehmed Uzun ku yek ji navên girîng ên wêjeya kurdî ye, rêze çalakiyan li dar dixe.

Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî û malbata Mehmed Uzun, wê Nivîskar Uzun ê di 11ê Cotmeha 2007an de jiyana xwe ji dest da, bi çalakiyan bi bîr bînin. Ji bo bîranîna Uzun di navbera 5-12ê Cotmehê de pêşangeh, dengbêjî û hevpeyvîn tên lidarxistin.

Çalakî wê bi pêşangeha ku wê 6ê Cotmehê roja Yekşemê saet di 15.00ê de li Qada Fueya Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmedê bê lidarxistin dest pê bike. Seyîthan Anter dê axaftina vekirina pêşangehê bike.

8ê Cotmehê saet 15.00an wê bi mijara "Jiyana Mehmed Uzun, salên sirgûnî û nivîsandina bi zimanê dayikê" axaftin bê kirin. Mustafa Uzun, Seyithan Anter û Mizgîn Ronak dê beşdarî sohbeta ku dê moderatoriya wê Lal Laleş bike bibin.

Bîranîn li Goristana Deriyê Mêrdînê

11ê Cotmehê saet 12.00an de wê Mehmed Uzun li ser gora xwe ya li Goristana Deriyê Mêrdînê bê bîranîn. Ji bo bîranîna wî wê 12ê Cotmehê saet 13.00'an li Mala Dengbêjan konsera dengbêjiyê bê lidarxistin.

12ê Cotmehê saet 14.30’an li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmedê “Li ser roman û wêjeya Mehmed Uzun sohbet” tê lidarxistin. Şeyhmus Diken, Sîdar Jîr, Zara Uzun, Salîh Qoser, Mahmut Îldogan dê wek axaftvan beşdarî sohbetê bibin.

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31