Hevşaredar Bucak xebatên parka Ben û Senê seh kirin

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, xebatên nûjenkirina parka Ben û Senê nirxand.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, di çalakiya 7ê Tebaxê de li parka Ben û Senê ku li ser daxwaza gel xebatên nûjenkirinê dabûn destpêkirin, seh kir. Hevşaredar Bucak ku der barê xebatan de agahî ji midûrên yekîneya Midûriyeta Park û Baxçeyan girt, xwest di demeke kin de xebat bi dawî bibin.

Hevşaredar Bucak ku di serdana parkê de bi zarokan re sohbet kir û li daxwazên wan guhdarî kir diyar kir ku dê zarok di demeke nêz de biçin parkê.

Hevşaredar Bucak di serdana xwe ya parkê de Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk û Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer jî li gel bû.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31