Hevşaredar Bucak destek da tîma voleybolê ya jinan

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li rahênana dawî ya Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a ku dê maça ewil a Lîga 2yemîn a dawiya hefteyê li derve bileyîze temaşe kir û diyar kir ku ew ji tîmê bi hêvî ne.

Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku di sezona borî de bi ser Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê derketibû Lîga 2yemîn, dê di vê sezonê de di Koma 15emîn de têbikoşe. Werzişvanên jin di maça ewil a lîgê de, 6ê cotmehê, roja yekşemê li derve bi Tîma Voleybolê ya Jinên Ciwanan a Osmaniye Dûzîçî re rûbirû dibin.

Hevşaredar Bucak sporvanên jin bi tenê nehişt

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, sporvanên jin di perwerdeya xwe ya dawî de li Salona Sporê ya Koşkler a navçeya Yenîşehîrê bi tenê nehişt. Hevşaredar Bucak bi sporvanên jin ên li salonê sohbet kir û wiha got: "Em ji we bi hêvî ne, em li benda mizgîniya we ne."

Hevşaredar Bucak piştre derbasî trîbuna salonê bû û li perwerdeya werzişvanên jin temaşe kir.

Hevşaredar Bucak ku piştgirî da werzişvanên jin, Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk û Reşat Bakan, Serokê Daîreya Xizmetên Ciwanî û Sporê Çetîn Hasgûmûş û endamên meclîsê jî li gel hevşaredar Bucak amade bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31