Li navçeya Sûrê ji bo zarokan gera bajêr

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi beşdariya zarokên li navçeya Sûrê dijîn "Tûra Nav Sûran û Pira Dehderî" li dar xist.

Şaxa Turîzmê ya Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî li turên xwe yên danasînê yên bajêr tûreke nû zêde kir. Di gera danasîna bajêr de ku ji bo aşkerekirina potansiyela turîzmê ya bajêr hat lidarxistin, gera Nav Sûran ya ku di warê dîrok, çand û turîzma bawerîyê de xwedî cihekî girîng e, hat lidarxistin.

Zarokan cihên dîrokî ziyaret kirin

24 zarokên li Sûrê dijîn, di çarçoveya danasînê de serdana Pira Dehderî, Baxçeyên Hevselê, Muzeya Bajarê Qesra Cemîl Paşa, Mala Dengbêjan, Dêra Surp Giragos, Mizgefta Mezin, Xana Hesen Paşa, Îçkale û Mizgefta Hz. Suleyman kir.

Zarokên beşdarî gerê bûn bi rêberên pispor ên lîsans ên girêdayî Midûriyeta Şaxa Tûrîzmê hatin cem hev û der barê qadên dîrokî û çandî de agahiyên berfireh dan. Hemû pêdiviyên zarokên ku di gerê de kêfa wan hat û der barê bajêr de hîn bûn ji aliyê şaredariyê ve hatin bicihanîn û xwarina nîvro hat dayîn. Zarokan diyar kirin ku di gera ku heta saetên êvarê dom kir de wan demên xweş û şa derbas kirin. Ji ber organîzekirina çalakiyê spasiya Şaredariya Bajarê Mezin kir û kêfxweşiya xwe anî ziman.

Sefer dê berdewam bikin

Midûrtiya Şaxa Turîzmê ya Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ger şert û mercên hewayê guncan be dê ji bo xwendekarên li dibistanên taxên gundan û zarokên ku li bajêr dimînin geştên xwe bidomînin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31