Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, welatiyên extiyar ziyaret dikin û xizmetên lênêrîna şexsî, paqijkirina xaniyan û hevaltiyê bi wan re dikin.
Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên xwe yên ji bo welatiyên bitemen didomîne. Ekîbên girêdayî Midûriyeta Xizmetên Civakî diçin malên kal û pîrên ku bi tena serê xwe dijîn û xizmeta paqijiya wan dikin.
Xizmeta berberî dest pê kir
Karbidestên Yekîneya Kal û Pîran kontrolên tenduristiyê li welatiyên umirborandî dikin û karûbarên fizîkî û rehabîlîtasyonê pêşkêşî kal û pîrên hewcedar dikin. Ekîban her wiha di çarçoveya modela xizmetê ya li cih de ji bo pîr û kalên nav nivînan xizmetên lênêrîna kesane (ser û rih tiraşîn) pêşkêş kirin.
'Em ji kal û pîrên xwe re xizmetên cuda dikin'
Serpereştyarê Yekîneya Kal û Pîran Alî Riza Kaya ya Midûriyeta Şaxa Xizmetên Civakî ya Astengdaran û Kal û Pîran der barê xizmetan de agahiyê dide û diyar kir ku ew wek Şaredariya Bajarê Mezin ji sala 2012an û vir ve ji bo kal û pîrên ku bi tena serê xwe dijîn xizmeta paqijkirina xaniyan dikin û xizmeta herî baş ji bo kal û pîran terxan dikin. Kaya wiha got: “Em bi taybetî xizmeta paqijkirina xaniyan ji kesên ji 65 salî mezintir re xizmetên cuda dikin. Wekî din, em karûbarên lênêrîna kesane dikin. Bi taybetî di mehên havînê de ji ber ku kal û pîrên me timî li malê dimînin û qadên liv û tevgerê yên wan kêm in, em bi giranî bi organîzekirina çalakiyên civakî temenmezinên xwe tînin cem hev. Em dem bi dem kal û pîrên xwe dibin pîknîk û geryanan."
'Em alîkariyên bi cur û cur didine wan'
Kaya, da zanîn ku ew her meh xizmetê didin navbera 200 û 210 kal û pîran û got ku ew her meh bi rêkûpêk diçin malên wan û xizmeta paqijiyê dikin. Kaya destnîşan kir ku ew bi feraseta şaredariya civakî alîkariya mal û pereyan didin kal û pîran û diyar kir ku ew bi dayîna paketên erzaqê wek alîkariya malzemeyê û kartên bankê jî wek alîkariya pereyan alîkariya welatiyan dikin.
'Xizmetên me yên teknîkî jî dê dest pê bikin'
Kaya, anî ziman ku ew hewl didin ji bo kal û pîr ku di hatûçûna wan de zehmetiyan dikişînin bi xizmetên hevaltiyê re bibin nexweşxane û saziyên cemaweriyê û wiha got: “Ji bo xizmetên me berfirehtir bibin em di pêşerojê de li malê jî xizmetên teknîkî dinirxînin. Me pêvajoyek serokê dezgehê hebû. Piştî qedandina wê pêvajoyê, dê karûbarên me yên teknîkî li malê dest pê bikin. Bi karûbarê xwe yê teknîkî, em plan dikin ku karûbaran pêşkêş bikin ji tamîrkirin û nûavakirinên hêsan li malê heta karên boyaxkirin û sazkirina elektrîkê."
Â