Li navçeya Yenişehirê xebatên ji bo riya îmarê ya nû didomin

Şaredariya Mezin a Amedê, li navçeya Yenişehirê, li taxa Şêxkendê, li ser 1.2 kîlometreyê ji Bulvara Mîr Celadet a ku 2 hezar û 200 metre dirêj e, xebatên rûpoşkirina rûyê rê qedandin.

Serokatiya Daîreya Koordînasyona Çêkirina Rê û Binesaziyê, ji bo ku welatî li cihên rûniştinê yên nû pirsgirêka veguhestinê nejîn, xebatên xwe didomîne.

Di çarçoveya xebatan de li ser 1200 metreyê ji Bulvara Mîr Celadet a li taxa Şêxkendê ya li navçeya Yenişehirê ku wek berdewama Bulvara Mehabadê ye, xebatên rûpoşkirina rûyê rê qedîyan. Li beşa mayî ya riya îmarê ya nû ku dê 50 metre fireh û 2 hezar û 200 metre dirêj be, çêkirina dîwarên kevirî û xebatên rê didomin.

Rê ku wek berdewama Bulvara Mehabadê ye, piştî ku xebatên bingehîn û jorîn biqedin, dê ji trafîkê re were vekirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31