Hevşaredar li gundê Mêranî yê Hezroyê derketin pêş gel

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li gundê Mêranî yê navçeya Hezroyê bi welatiyan re hevdîtin pêk anî.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, serdanên xwe yên li taxên gundan didomînin. Hevşaredar ber bi navçeya Hezroyê ve bi rê ketin, xebatên hawirçakiya Ziyareta Mêranî kontrol kirin. Hevşaredaran ji bo birêxistinkirina rêya ber bi gorê û rampa ku ji aliyê astengdaran ve tê bikaranîn, yekîneyên têkildar erkdar kirin û piştre li qada vekirî ya taxê bi welatiyan re hevdîtin kirin.

Hevşaredaran ku li taxê bal kişandin ser xwe, bi welatiyan re sohbet kirin û li daxwaz û pêşniyarên wan guhdarî kirin. Hevşaredaran diyar kir ku bi bernameya veberhênanê ya sala 2025an dê pirsgirêkên wekî rê û avê bên çareserkirin û ji bo pirsgirêkên ku divê bi lezgîn bên çareserkirin yekîneyên têkildar wezîfedar kirin.

Di serdana taxê de Alîkarê Midûrê Giştî yê Îdareya Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) ya Amedê Serdar Arslan, Seroka Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel Bêrîvan Guneş, Serokê Daîreya Koordînasyona Rê û Binesaziyê Ozgur Tekîn û endamên meclîsê bi Hevşaredaran re hatin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31