Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li ser gora nivîskar Mehmed Uzun ku yek ji navên girîng ên wêjeya Kurdî ye, bi beşdariya nûnerên saziyên sivîl û kesayetên naskirî, bi bîr anî.
Bi boneya salvegera wefata Nivîskar Mehmet Uzun li Goristana Deriyê Mêrdînê ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin ve çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, nûnerên saziyên sivîl, xizm, dost û hevalên Uzun beşdarî bîranînê bûn.
Hevşaredar Hatun: Di gotinên me de wê hebûna xwe bidomîne
Di bîranînê de Hevşaredar Dogan Hatun axivî û bi bîr xist ku di berhemên Mehmed Uzun de kesên ku dixwazin peyvekê li wêjeya Kurdî zêde bikin hene û got, “Mixabin, ew pir zû çû ser dilovaniya xwe. Lê xebatên wî dê heta hetayê bandora xwe hebe."
Hatun got, "Heta ku zimanê kurdî hebe, wê her tim di ziman û gotinên me de hebûna xwe bidomîne" û li ser Uzun bîranîneke taybet parve kir. Hatun wiha got: “Min nû wêjeya wî nas kiribû. Roja piştî ku min xwendina pirtûka wî qedand, me xebera xemgîn a wexerkirina wî wergirt û ez pir xemgîn bûm." Hatun diyar kir ku Mehmed Uzun hîmê wêjeya nûjen a kurdî avêtiye û bang li ciwanan kir ku zimanê kurdî û wêjeya kurdî biparêzin. Hatun herweha peyam û silavên Hevşaredarê Bajarê Mezin ê berê Selçûk Mîzrakli yê ku di dema nexweşiya Uzun de bi wî re bû, gihandin ser gorê û got, “Mizrakli xwest ez vê peyamê li ser gora rehmetî bibêjim.”
Avcikiran: Mehmed dixwest li welatê xwe bimire
Serokê berê yê Odeya Tabîban a Amedê Adem Avcikiran, diyar kir ku 17 sal in hevalê wî yê zarokatiyê Mehmed bi bîr tînin û bi saya kedên şaredariyê îsal hejmara wan zêde bûye û spasiya Hevşaredaran kir. Avcikiran bîranînên xwe yên bi Uzun ê ku bi wî re mezin bû re parve kir û got ku Mehmed Uzun di dema darbeya 12ê Adara 1971an de hate binçavkirin û demekê di girtîgehê de ma û piştre jî di sala 1975an de li Enqereyê dîsa rêya wan gihîştiye hev. Avcikiran got, “Me bi hev re li Enqereyê di fakulteyên cuda de xwend. Di sala 1978an de çû derveyê welat û vê carê dema min a girtîgehê dest pê kir. Di sala 1991an de dîsa rêya me bi gihîşte hev.”
Avcikiran, anî ziman ku Mehmed Uzun dixwest li welatê xwe bimire û bi bîr xist ku di dema nexweşiyê de xwendevan, dengbêj û gelê Amedê li baxçeyê nexweşxaneyê piştgirî dane wî.
Hevseroka DBPê ya Amedê Sultan Yaray, diyar kir ku Mehmed Uzun kedeke mezin daye Edebiyata Kurdî û ji ber vê yekê ew yek ji kevirên bingehîn ên Wêjeya Kurdî ya nûjen e.
Birayê Uzun ê mezin Mustafa Uzun jî spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir ku di bîranîna îsal de wan ew bi tenê nehiştine.
Nivîskarên edebî bi nivîsên xwe hene
Nivîskar Şeyhmus Diken bîranîneke ku bi Mehmed Uzun re li Stockholmê ku di sala 2000ê de çûbû, parve kir. Diken, da zanîn ku Uzun ji ber ku Dîken xebatên dîroka devkî dikir, kasetek diyarî wî kiriye û wiha got: “Min demeke dirêj ew kasêt bi kar anî. Lê ew kasêt roja ku Mehmed mir şikest.” Diken, bal kişand ser wê yekê ku kesayetên wêjeyî ji yên di hemû qadan de dixebitin gelekî bi şanstir in û wiha got: "Ji ber ku siyasetmedar jî di nav de bi xebatên ku dikin bi demê re hemû nav tên jibîrkirin. Lê nivîskar bi tiştên ku dinivîsin hene. Wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Shakespeare, Ahmed Arif. Mehmed jî yek ji wan e.”
Gora Uzun bi kulîlkan hat xemilandin
Piştî axaftinan Hevşaredaran û beşdaran kulîlk danîn ser gora Uzun.