Xwendekarên Ben û Senê cihên dîrokî yên navçeya Gêlê ziyaret kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo xwendekarên ku li taxa Ben û Senê ya navçeya Yenîşehîrê dijîn, gera Gêlê li dar xist.

Midûrtiya Şaxa Zarokan a Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, ji bo zarokên desteng bi cihên dîrokî û turîstîk ên bajêr fêr bibin projeyek da destpêkirin. Di çarçoveya projeya Atolyeya Geştê de xwendekar dê dawiya hefteyê li deverên dîrokî û turîstîk ên navend û gundan bên gerandin. Bi vî awayî xwendekar dê bibin xwedî derfet ku bajarê ku lê dijîn baştir nas bikin.

Di çarçoveya projeyê de bi beşdariya 50 zarokên ku li taxa Ben û Senê ya Taxa Şehîtlîka navçeya Yenîşehîrê dijîn gera Gêlê hat lidarxistin.

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin di saetên serê sibê de xwendekarên navçeya Ben û Senê bi otobusan wergirtin û xwendekar tevî mamosteyên xwe birin Gêlê.

Şûnwarên dîrokî, turîstîk û çandî hatin nasandin

Xwendekaran li gel rêberekî pispor û arkeologê Şaredariya Bajarê Mezin, cihên dîrokî û turîstîk ên Gêlê ziyaret kir. Şûnwarên dîrokî, turîstîk û çandî yên li Gêlê ji aliyê rêber û arkeolog ve hatin ravekirin û bo xwendekaran hatin nasandin.

Xwendekar piştî xwarina firavîna ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatibû amadekirin, tevî heval, arkeolog û mamosteyên xwe beşdarî gera keştiyan bûn.

Xwendekarên ku ji gerê memnûn bûn spasiya Şaredariya Bajarê Mezin kirin.

Di çarçoveya projeya atolyeya gerê ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve ji bo ku xwendekar bajêr nas bikin, li dar dixe, geştên perwerde û hîndekariyê yên li cihên dîrokî û turîstîk dê berdewam bikin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31