Hevşaredaran ji nişka ve li deriyê malê xistin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun li Taxa Azîziyeyê, malên welatiyan ziyaret kirin û daxwazên wan guhdar kirin. 

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, li Taxa Azîziye ya ku li navçeya Yenîşehîrê piraniya wan malbatên kêmderamet in, ziyaret kirin.  Di serdanê de Hevşaredar, Hevşaredarê Yenîşehîrê Mehmet Ergûn, serokên daîreyan û endamên meclîsê amade bûn. 

Bi dîtina Hevşaredaran li ber deriyê xwe matmayî man 

Hevşaredar li Taxa Azîziye geriyan, deriyên malan yek bi yek xistin.  Welatiyên ku bi dîtina Hevşaredaran li ber deriyê xwe matmayî man, kêfxweşiya xwe anîn ziman.  Welatiyan diyar kirin ku ev 8 sal in kes nehatiye tax û ber deriyê wan û ji ber eleqeya Hevşaredaran spasiya wan kirin. 

Ji bo çareseriyê yekîne hatin tayînkirin

Welatiyan daxwazên xwe ji Hevşaredaran pirsîn, ronîkirina kolanan, rê û kanalîzasyon, her wiha alîkariya civakî û lênihêrîn û sererastkirina xaniyên xwe yên ji ber erdhejê ziyan dîtine kirin.

Hevşaredaran bi welatiyan re sohbet kirin û daxwazên welatiyan nirxand û ji bo çareseriyê yekîneyên pêwendîdar wezîfedar kirin. 

Hevşaredar Bucak alîkariya çêkirina fêkiyan kir 

Hevşaredar Bucak jî bû mêvanê malbateke ku fêkiyan çêdike.  Hevşaredar Bucak a ku alîkariya malbatê kir, bi jinan re der barê çêkirina fêkiyan de sohbet kir.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31