Kontrola xwarinê ya li xwendegehan: 80 kg goştê demborî hat qefaltin

Di kontrola xurekê ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li 2 kafeteryayên xwendegehan hat kirin de 80 kîlo goştê mirîşkê yê ku dema wê derbas bûbû hat qefaltin.

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo ku xwendekar xwarinên paqij û bi tendurist bixwin xebatên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de ji aliyê Midûriyeta Karên Tenduristî û Zabiteyan ve 10 rojan li kafeteryayên xwendegehan kontrol hat kirin.

Di kontrolên ku ji aliyê Ekîba Kontrola Xwarinê ya Midûriyeta Karên Tenduristiyê û xebatkarên Midûriyeta Zabiteyan ve hatin kirin de li 2 xwendegehan 80 kîlo goştê mirîşkê yê ku dema wê derbas bûbû hat bidestxistin.

Ceza lê hate sepandin

Ekîban tedbîrên hiqûqî li midûriyetên xwendegehan girtin û goştê nebaş îmha kirin. Bi saya van lêkolînan pêşî li jehrîbûna xwarinê ya muhtemel hat girtin.

300 kg birinc hat qefaltin

Li aliyê din Koordînasyona Kontrola Xwarinê ya ku di pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin de hat avakirin, li tevahiya bajêr li zincîre market kontrol kirin. Di kontrolên ku di 2 hefteyên dawî de hatin kirin de 300 kîlo birincê xerabûyî hat qefaltin û îmhakirin.

'Em hemû tedbîran digirin'

Serokê Daîreya Karên Tenduristiyê Vahap Saçakli, diyar kir ku di mijara tenduristiya xwendekar û gel de ew ê heta dawiyê xebatên xwe bidomînin.

Saçakli ev tişt got: “Em ê teşhîrkirina kesên ku bi tenduristiya gel dilîzin bidomînin. Em her tedbîrê digirin da ku xwendekarên me bigihîjin xwarina saxlem. Em li kantînên xwendegehan jî kontrolên xwe didomînin. Welatiyên me dikarin her gilî û gazincên xwarinê ji xeta raporkirina ALO 153 re ragihînin."

Midûrê Zabiteyan Veysî Ruzgar, diyar kir ku ji bo îmhayê tedbîrên pêwîst hatin girtin û berhemên hatin desteserkirin hatin îmhakirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku gel bigihêje xurekên bi ewle, dê bi girtina hemû tedbîran ve kontrolên xwe bidomîne.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31