Hevşaredaran malên erdhejê yên Habeşî kontrol kirin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li Taxa Habeşî ya Baxlarê malên erdhejê seh kirin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, welatiyên li Taxa Habeşî li malên TOKÎ yên erdhejê dimînin ziyaret kir. Hevşaredaran li welatiyên mexdûrên erdhejê guhdarî kirin, pirsgirêkên welatiyan li cihê bûyerê lêkolîn kirin û ji bo çareseriyê bi yekîneyên pêwendîdar re hevdîtin kirin.

Hevşaredar: Kêmasî di zûtirîn dem de bên temamkirin

Hevşaredaran diyar kir ku divê giliyên welatiyan bi dawî bibin û li gel welatiyan bi rêveberê projeya xaniyan re hevdîtin kirin. Hevşaredaran got ku divê di zûtirîn dem de pirsgirêkên ceyran û avê û kêmasiyên xaniyan bên çareserkirin û got, divê welatiyên ku ji erdhejê zirar dîtine bi pirsgirêkên cuda re rû bi rû nemînin.

Di kontrolê de Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan, Alîkarê Midûrê Giştî yê DÎSKÎ Serdar Arslan, Serokê Daîreya Veguhastinê Temel Cengîz, Serokê Daîreya Çêkirina Rê û Koordînasyona Binesaziyê Ozgur Tekîn û endamên meclîsê bi Hevşaredaran re bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31