Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li çar taxên bajêr ji bo zarokan çalakiya atolyeya muzîk û resimê li dar xist.
Daîreya Çand û Karûbarên Civakî, xebatên xwe yên ji bo eşkerekirina jêhatî û potansiyela zarokan û zêdekirina eleqeya wan bi hunerê didomîne.
Di vê çarçoveyê de li taxên Kabî û Çaroxî yên navçeya Sûrê, taxa Ferîtkoşk a navçeya Yenîşehîrê û taxên Şêx Şamil ên navçeya Baxlarê, di vê çarçoveyê de Atolyeyên Hunerê yên Zarokan hatin lidarxistin.
Di atolyeyên ku bi hevkariya Ma Muzîk Center hatin lidarxistin de, mamoste zarok li taxan geriyan û li gel pisporan û stranên ku bala zarokan bikişîne ser xwe.
Mamosteyan bi zarokan re atolye li dar xistin, stran gotin, li enstrumanan lêxistin û wêne kişandin.
Zarokên ku xelekê ava kirin, rojek bi kêf û şahî derbas kirin û bi dilê xwe kêf kirin.
Â