Civîna UCLG-MEWA dê bi mêvandariya Şaredariya Bajarên Mezin bê lidarxistin

 

 

Civîna Hevpar a Desteya Rêveber û Konseya UCLG-MEWAyê dê bi mêvandariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bê lidarxistin. Dê nêzî 30 şaredar, hevserok û rêveberên şaredariyên bajarên mezin ên neteweyî û navneteweyî beşdarî vê civîna du rojî bibin.

Di 23-24ê cotmehê de, li ser mêvandariya Şaredariya Bajarê Mezin, Civîna Hevpar a Desteya Rêveber û Konseya Rêxistina Herêmî ya Rojhilata Navîn û Asyaya Rojava ya Bajar û Rêveberiyên Herêmî yên Yekbûyî (UCLG-MEWA) dê pêk were. Civîn dê li Otêla Wyndham Garden a Amedê bi mijara "Dîplomasiya Herêmî: Avakirina Pêşeroja Bajêr" nûnerên rêveberiyên herêmî bîne cem hev û armanca wê xurtkirina hevkarî û koordînasyona li herêmê ye. Nêzî 30 şaredar, hevserok û rêveberên şaredariyên bajarên mezin ên neteweyî û navneteweyî dê beşdarî civînê bibin.

Axaftina vekirinê

Di vekirina civînê de, Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Sekreterê Giştî yê UCLG-MEWA Dr. Mehmet Duman, Hevserokê UCLG-MEWA (Tirkiye) û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Trabzonê Ahmet Metin Genç, Hevserokê UCLG-MEWA (Filîstîn) û Serokê Şaredariya El Xelîlê Tayseer Abu Sneineh, Sekretera Giştî ya UCLG (Spanya) Emilia Saiz, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Balikesîrê û Alîkarê Serokê UCLG Ahmet Akin, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê û Serokê Dewra 2023-2024 a UCLG Ugur Îbrahim Altay, Serokê Şaredariya Laheyê û Serokê UCLG (Hollanda) Jan Van Zanen û Waliyê Amedê Murat Zorluoglu dê biaxivin.

Piştî axaftinên vekirinê, civîn dê bi Civîna Desteya Rêveber û Konseya UCLG-MEWA berdewam bike.

Dê rûniştin bên lidarxistin

Di civînê de, di nav du rojan de dê rûniştinên bi van sernavên jêrîn bên lidarxistin:

 

  • "Komîteya Dîplomasiya Bajarî û Rêveberiya Herêmî ya UCLG-MEWA: Hevkariya di navbera Bajaran de"
  • "Diyaloga Asta Bilind: Bandora Civakî ya Rojeva Gerdûnî"
  • "Nirxandina Herêmî ya Dilxwazî (VLR): Nirxandina Rojeva Gerdûnî"
  • "Komîteya Bajarên Jîr û Tevgera Bajarî ya UCLG-MEWA: Veguhastina Bajarî li Herêma MEWA"
  • "Komîteya Bajarên Jîr û Tevgera Bajarî ya UCLG-MEWA: Berxwedanî û Çareseriyên Jîr li Bajaran"

Hûn dikarin ji lînka jêrîn bigihîjin bernameya civîna UCLG-MEWA.

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31